Dibistana Şehîd Ciwan a fêrkirina ajotinê ya li Kantona Cizîrê, roja Şemiyê 20’ê Kanûnê, bi şahiyeke fermî derçûna koma 43’an a namzetên destûra ajotinê lidarxist, ku tê de 238 ajokerên nû (jin û mêr) perwerdeya xwe bi dawî kirin.
Ev derçûyên ku di bin çavdêriya komîteyeke pispor de di warên ajotin û mekanîkê de hatibûn amadekirin, li gorî jêhatiya xwe 185 destûrên taybet (B) û 54 destûrên giştî (ji polên G, D1 û D2) wergirtin, piştî ku wan hemû qonaxên ezmûnê yên mîna kontrolkirina çavan, zanyariyên mekanîkê, nîşanên trafîkê û ezmûna pratîkî ya li ser rêyên taybet bi serkeftî û li gorî pîvanên dibistanê derbas kirin.






