Îro, li Hesekê, Kongira Star meşek mezin ji bo Roja Cîhanî ya dijî tundiya li ser jinan di bin dirûşmeya”Em bi hev re li dijî tundiyê civakek e demokratîk û komînal ava bikin” lidarxist. Komîteya Kordînasyona Jin a Rêveberiya Xweser a Cezîrê, nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û leşkerî, û jinên koçberên ji Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî li meşê amade bûn.
Di meşê de, nûnerên tevgerên jinan bal kişandin li ser rolên girîng ên jinan di çêkirina civakên demokratîk û pêwîstiya hêzdarkirina wan di warên cûr bi cûr de û her wiha berdewamiya têkoşîna hevbeş a di navbera pêkahateyan de ji bo rûbirûbûna hemû cureyên tundiyê û bidestxistina dad û wekheviyê.
Meş bi dubarekirina dirûşmeya”Jin, Jiyan, Azadî” û”Na ji tundiya li dijî jin”di peyameke hevgirtinê de ku biryardariya jinan ji bo berdewamiya têkoşîna ji bo civakek bi dadtir û wekhevtir nîşan bide.






