Di vê qonaxa hesas de, Sûriye şahidiya pêlek nû ya aloziyan dike, nemaze li perava Sûriyeyê, ku sivîl rasterast dibin hedef, ev yek gefê li herêmê dixwe her wiha tundiya ku barê gelê me yê ku hîn ji bandorên şerê dirêj xilas nebûye, dikişîne, ji bilî êrîşên nû yên li ser hin deverên li Parêzgezha Siwêdayê.
Ev zêdekirina aloziyê û hedefgirtina rasterast a xwepêşanderên aştîxwaz ên Sûriyeyê yên ku mafên xwe yên rewa û jiyaneke bi rûmet li ser bingeha azadî û edaletê dixwazin, û êrîş, gefek rasterast li ser aştiya sivîl pêk tîne û îradeya gelekî ku bi helwestên xwe yên neteweyî û pabendbûna xwe ya bi têkoşîna aştiyane tê nasîn ,dike hedef. Tevlîbûna hin alî û komên çekdar di bin navên cuda de wekî Seferberiya Eşîran, Hêzên Eşîran û navên din, ji aaliyên ku armanca wan têkbirina rewşa hevgirtin û yekîtîyê di navbera Sûrîyan de ji hemû pêkhate û mezhebên wan e, tê piştgirîkirin, ji bilî beşek ji kiryarên sîstematîk ên dûrî çanda gelê Sûrîyeyê tiştek din nîne.
Em, di Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, piştgiriya xwe ji bo daxwazên gelê Sûriyeyê li her deverê ku ew lê bin û ji bo mafê wan ê xwepêşandanên aştiyane ji bo daxwaza demokratî, edalet û wekheviyê diyar dikin. Em tekez dikin ku pêwîstiya yekkirina hewldanan û hevgirtinê di navbera hemû Sûriyeyê de heye da ku diyaloga siyasî ya aştiyane bibe yekane rêya çareserkirina nakokiyan û bi ewlehî rêveçûna qonaxa heyî.
Em bang li hikûmeta veguhêz ya li Şamê dikin ku rêz li îradeya gelê herêma peravê, başûr û hemû deverên din bigire û bi tevahî ji bikaranîna tundî û çekan li dijî xwepêşanderên aştiyane dûr bisekine. Zêdebûna tundiyê li Homis, peravê, Siwêdayê û deverên din ên Sûriyeyê dê encamên cidî li ser pêşeroja welêt û ji bo qonaxa nû ya ku Sûrî hewl didin ava bikin ber bi Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî ve ku dê serdema şovenîzm û dîktatoriyê bi dawî bike, hebin.
Her wiha em tekez dikin ku êrîşên li ser sivîlan û xwepêşanderên aştiyane li Homis û peravê, û êrîşên li ser parêzgeha Siwêdayê, binpêkirineke eşkere ya nirxên mirovî û neteweyî ne, û tenê xizmeta wan kesan dikin ku dixwazin welêt ber bi tevleheviyê ve bibin.
Îro pêwîstiya me bi diyalogeke neteweyî ya rastîn û avakirinê heye, ku li ser bingeha rêzgirtina ji bo îradeya gel û mafê wî yê xweîfadekirinê be, û armanca wê avakirina Sûriyeyeke piralî û demokratîk ji bo hemû welatiyên wê bê îstisna be.
Em bang dikin ku dawî li dengên ku Nakokî û aloziyê gur dikin, û îdia dikin ku piştgiriyê didin hikûmetê di heman demê de bi rêya belavkirina gotinên nefretê bi rêya dezgehên medyayê û platformên medyaya civakî beşdarî parçekirina civaka Sûriyeyê dibin û nerazîbûnê zêde dikin, bên.
Di dawiyê de, em ji nû ve desnîşan dikin ku ‘helwesta me ev bû û wê bimîne: aştî, diyalog, yekîtiya gelê Sûriyeyê û avakirina Sûriyeyeke nû, nenavendî û demokratîk.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
26’ê Mijdara 2025’an






