Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cezîrê, bi nûnertiya kordînasyona Jin di Rêveberiya Xweser de, şandeyek ji Kordînasyona Kongra Starê bi armanca xurtkirina rola jinan û zêdekirina beşdariya wan di sazî û sektoran de pêşwazî kir.
Di hevdîtinên de li ser rêbaz û mekanîzmayên pêşxistina karê jinê di sîstema nû ya rêveberiyê de, parastina destkeftiyên wan û firehkirina cih û pozîsyonên wan di nav qada biryardanê de, axaftinên girîng hatin kirin. Herdu aliyan li ser hevkariya pêşerojê û bernameyên ku dikarin di asta rêxistinî, civakî û siyasî de jinan bihêz bikin, li gorî prinsîbên azadî, wekheviyê û avakirina civakek demokratîk, nîqaş kirin.






