Kordînasyona jin li Kantona Cezîrê rêze semîner bi boneya roja cîhanî ya tundiya li ser jinan di bin dirûşmeya “Em bi hev re li dijî tundiyê civakeke demokratîk û komînal ava bikin” lidarxist. Semîner li hola Encûmena gel a li Amûdê ji bo hemî karmendên ofîsên girêdayî Encûmena Cîbcîkar hat dayin.






