Bi amadebûna şandek ji Rêveberiya Xweser, Hevseroka Encûmena Gel a Kantona Cezîrê Xanim Arya Ehmed, Şêwirmenda Rêveberiya Xweser Xanim Şehnaz, Hevserokên Komînan û Hevserokên Encûmena Bajarok û her weha nûnerên hêzên leşgerî, yekemîn konfiransê komînan li Encûmena bajarokê Mirkeda hat lidarxistin.
Konfirans bi xulekek bê dengiyê ji bo rêzgirtina giyanê şehîdên bakûr û rojhilatê Sûriya dest pê kir, piştre peymana civakî ya komînan hate xwendin.
Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a kantona Cezîrê Xanim Şehnaz, ravekirinek berfireh li ser rewşa siyasî ya li Sûriya û herêmên Rêveberiya Xweser pêşkêş kir.
Rûniştinên gûftûgoyê li ser rola komînan di rêvebirina civakê de hatin lidarxistin. Li ser bingeha vîzyonek berfireh ji bo xebata komînal, hejmarek ji destkeftiyên komînan di komîteyên rêxistinkirinê û perwerdekirina endaman de hatin pêşkêş kirin.
Ji bo baştirkirin û pêşxistina karê komînan li herêmê, komek pêşniyar hatin pêşkêşkirin. Di dawiya civînê de çend encam hatin bidestxistin ku karê komînal xurt dikin û ber bi karê rast ve diçin ku xizmeta hemû beşên gel dikin:
1-Ji nû ve avakirin û piştgirîkirina komînan bi rêya projeyên biçûk (Kopratîv)
2-Avakirina “komengehan” li gundan da ku wekî navendên kombûna komînan xizmet bikin.
3-Pêşkêşkirina piştgiriya darayî ji komînan re da ku alîkariya malbatên kêmdahat bikin.
4- Lidarxistina korsên perwerdeyê (girtî an vekirî) ji bo hişyarkirina girîngiya komînan.
5- Misogerkirina beşdariya komînan di biryargirtinên têkildarî herêmên wan de.
6- Hêzdarkirina jinan û dayîna roleke rêberiyê di nav avahiya komînan de.







