Îro yekem konferansa komînan li bajarokê Zirkanê wekî beşek ji rêze konferansên ku li Kantona Cezîrê di bin dirûşmeya “Komîn bingeha avakirina aştî û civakeke demokratîk e” hatine lidarxistin, hat lidarxistin.
Nûnerên Saziyên Rêveberiya Xweser, serokatiyên hevbeş ên komînan, Encûmena Malbatên Şehîdan û serokên eşîran beşdarî Konferensê bûn.
Konferans bi xulekek k bê dengiyê ji bo rêzgirtina giyanê şehîdan dest pê kir.
Armanca vê konferansê ew e ku rola komînan di jiyana rojane de bêtir xurt bibe û asta xizmetên ji bo nişteciyan tê peyda kirin baştir were kirin. Ev jî bi riya gotûbêja derbarê zehmetiyên ku di karên xizmetî û rêxistinî de derdikevin pêş, û bi pêşxistina planên pêşerojê ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan û pêşîgirtina dubarebûna wan.
Konferansê gelek encam û pêşniyar derxistin holê, yên herî berbiçav ev in:
1- Ji nû ve avakirina komînan û aktîvkirina komîteyên wan ên cûr bi cûr.
2- Pêşkêşkirina piştgiriya darayî û moralî ji bo komînan.
3- Avakirina mekanîzmayek ji bo çavdêriya karmendên komînan, bi tekezî li ser bicîhanîna Biryara Hejmar (1) a derbarê demjimêrên xebatê yên roja Şemiyê de.
4- Lidarxistina konferansên salane yên birêkûpêk ji bo nirxandina bejarkirinê û nûvekirina planan.
5- Rêxistina korsên perwerdeyê ji bo rêvebir û endamên komînan.
6- Bicîhanîna zagona desthilata taybet ji bo komînan.







