Hevserokê desteya perwerdeyê ya kantona Cizîrê Ednan Berî da xuyakirin ku sîstema perwerdeyê ya rêveberiya xweser bê pere ye . Nabe ku bi tu awayan perwerde bibe cihê bazirganiyê . Her wiha da xuyakirin ku çi sazî an navendên taybet bê ruxset kar bikin û perwerdeyê bikin mijara bazirganiyê dê li gorî biryara ku berê hatî dayîn bên girtin. Wekî desteya perwerdeyê berpirsyartiya perwerdeya bê pere ji bo hemû zarokên herêmê digire ser xwe û pê radibe
