Encûmena Aborî û Çandiniyê ya Kantona Cezîrê îro civînek fireh lidarxist. Di vê civînê de hevserokên Encûmena, Desteya Aborî û Çandiniyê, Komîteya Çandin û Seweldariyê, Beşa Berhemanîna Şînatiyan, Rêbernameya Çandiniyê û Komîteya Sotemeniyê ya Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriya amade bûn.
Civîn li ser mekanîzm û kirdariyên belavkirina mazota çandiniyê, hêsankirina gihîştina wê ji bo cotkaran bi awayekî wekhev li gor pêdiviyên rastîn ên her herêmê, sekinî. Beşdarên civînê her wiha li ser rêbazên baştirkirina piştgiriya çandiniyê û zêdekirina hevrêzîya navbera beş û komîteyên têkildar de, ji bo serketina sezona çandiniyê ya pêşerojê, axivîn û gûftûgo kirin.
Di daxuyaniyekê de, hevserokên Encûmena Aborî û Çandiniyê ya Kantonê piştrast kirin: “Em dixwazin mazota çandiniyê bi awayekî dadperwer û rêxistinkirî ji hemî cotkaran re peyda bikin, û em dixebitin da ku kirdariyên belavkirinê hêsan bikin û piştrast bikin ku heyber di dema xwe de tê radest kirin.”, bi armanca piştgiriya demsalên çandiniyê yên niha û yên pêşerojê. Em ji bo misogerkirina serkeftina plana piştgiriya çandiniyê û bidestxistina ewlehiya xwarinê li herêmên me, banga hevkariya giştî dikin.”
Di dawiya civînê de ragihand ku li gorî giştînameya weşandî ji aliyê Komîteya Çandin û Seweldariyê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, qeydkirina ji bo rêziknameya çandiniyê ê sibê dest pê bike. Rayedarên peywendîdar bang li hemû cotkaran kirin ku di dema diyarkirî de bi lez kirdariya qeydkirinê temam bikin da ku bikaribin ji piştgirî û xizmetên Encûmen û Desteya Aborî û Çandiniyê ya Kantona Cezîrê bêhtir sûd wergirin.





