2’emîn kongira Encûmena Jinan a Yekîtiya Şaredariyên li bakûr û rojhilatê Sûriyeyê di bin dirûşmeya “Hewldanên civakî yên jinan ji bo misogerkirina avakirina şaredariyên demokratîk” li bajarê Hesekê dest pê kir.
150 nemînende ji şaredariyan, nûnerên Rêveberiya Xweser, di nav wan de Hevseroka Encûmena Cîbcîkar a bakûr û rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd, Hevseroka Encûmena Cîbcîkar a Kantona Cezîrê Vîvyan Beho Osê û Hevseroka Encûmena Gel a Rêveberiya Xweser Sîham Qeryo, Şêwirmenda Rêveberiya Xweser li Cezîrê Xanim Şehnaz û endamên partiyên siyasî û rêxistinên jinan beşdar bûn.
Di axaftina xwe ya vekirinê de, hevseroka Encûmena Gel a Rêveberiya Xweser Sîham Qeryo, tekez kir ku kongira ne tenê bûyerek rêveberî ye, lê belê qonaxek girîng e ku têkoşîna jinan ji bo bidestxistina dad û wekheviyê nîşan dide. Wê tekez kir ku hêzdarkirina jinan di şaredariyan de pêdiviyek neteweyî ye, ji ber ku ew avakirina civakek dadperwer û demokratîk û rêveberiyek herêmî misoger dike.
Endama desteya serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk Fewza Yûsif jî li ser rewşa siyasî ya herêmî û navneteweyî axivî û hişyarî da li ser destwerdanên derve yên ku aramiya Sûriyeyê tehdît dikin. Wê girîngiya diyaloga Sûrî di avakirina dewletek ne navendî û demokratîk de tekez kir û rola girîng a jinan di vê pêvajoyê de destnîşan kir.
Piştî gûftûgokirina rapor û nirxandinên siyasî û civakî, biryar e ku bi pêşniyarên ji bo zêdekirina beşdariya jinan di rêveberiya şaredariyê de û xurtkirina modela demokratîk a beşdar li herêmê bi dawî bibe.











