Gerenîndeya Avê ya Şaredariya Gel a Girkê Legê ji ber pêwîstiya lezgîn a dabînkirina ava vexwarinê bo bajarê Girkê Legê û bi berdewamiya qutbûna elektrîkê, dest bi projeyek kir da ku panelên rojê li ser bîra hejmar 12 li Komîna Şehîd Dilo were danîn.
Ev projeyê armanc dike ku dabînkirina ava vexwarinê ya berdewam bo malên gel misoger bike û rolek girîng li pêşvebirina domdariyê di sektora avê de dilîze.


