Şaredariya gel a Çil Axa dest bi xebata çêkirina karîzan kir ku dirêjiyê wê heta 1000m dike. Ev karîz li taxa pîşesaziyê û taxa Xesan Kenfatî ku li nêzî dibistanekê ye, tê çêkirin. Projeyê wek bersiva rast ji bo pêdiviyên herêmî hatiye pêkanîn, bi taybetî jî ji ber ku berê li van taxan tora karîzan tune bû.