Sibeha îro, konferansek taybet bi komînan li Til Temir ya Kantona Cezîrê bi beşdariya şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Cezîrê û hevserokên komînan hate lidarxistin.
Ev konferans bi armanca aktîvkirina rola komînan û baştirkirina asta xizmetên ku ji gel re têne peydakirina, bi rêya gûftûgokirina aloziyên ku kar pê rojane dimînin û pêşxistinê mekanîzmeyên pratîkî ji bo derbaskirina wan tê.
Encamên herî berbiçav ên konfransê:
1. Taybetkirina roja Şemiyê ya her hefteyê ji bo xebata li komînan da ku hevrêziyê baştir bikin û çalakiyên xizmetiyê bicîh bînin.
2. Amadekirina planeke pratîkî ji bo baştirkirina xizmetên ku ji gelan re li gorî pêwîstiyên wan têne peyda kirin.
3. Pêşxistina ragihandin û hevkariyê di navbera komîn û saziyên Rêveberiya Xweser de.
konferans di çarçoveya hewldanên Rêveberiya Xweser de tê ji bo xurtkirina rola komînan wekî girêdanek sereke di navbera civak û saziyan de.



