Sibeha Şemiyê konferansek taybet bi komînan li bajarê Girkê Legê yê Kantona Cezîrê bi beşdariya şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Cezîrê û hevserokên komînan hate lidarxistin.
Ev konferans bi armanca aktîvkirina rola komînan û baştirkirina asta xizmetên ku ji gel re têne peydakirina, bi rêya gûftûgokirina aloziyên ku kar pê rojane dimînin û pêşxistinê mekanîzmeyên pratîkî ji bo derbaskirina wan tê.
Encamên herî berbiçav ên konfransê:
1- Ji nû ve avakirina komînan.
2- Dabînkirina cih ji bo komînan û dabînkirina pêdivyê wan.
3-Tekezkirina li ser aktîvkirina komîteyên Perwerdehiyê li Komînan.
4-Taybetkirina roja Şemiyê ya komînan bo rojek çalak.
5-Hemû karmendên Rêveberiya Xweser endamên komîna ne.
6- Komîn bingeha hilbijartin û nirxandina rêveberiyê saziyan e.
konferans di çarçoveya hewldanên Rêveberiya Xweser de tê ji bo xurtkirina rola komînan wekî girêdanek sereke di navbera civak û saziyan de.