Îro li bajarê Tirbespiyê konfransek berfireh bi beşdariya hevserokên komînan û Hevserokê Desteya Hundirîn a Kantona Cezîrê Şêrwan Mihemed, Hevserokê Encûmena Tirbespiyê Mizgîn Lazgîn û Cîgira Seroka Encûmenê Nalîn Temo hate lidarxistin.
Konfrans bi armanca pêşxistina karê komînan û xurtkirina rola wan e.
Di konfransê de, li ser pirsgirêkên herî girîng ên ku komîn pê re rû bi rû dimînin gûftûgo kirin, û girîngiya pêşxistina planên pratîkî ji bo baştirkirina xizmetiyan û rasterast bicîhanîna pêdiviyên nişteciyan hate tekez kirin.
Encamên herî berbiçav ên konfransê:
- Taybetkirina roja Şemiyê ya her hefteyê ji bo xebata li komînan da ku hevrêziyê baştir bikin û çalakiyên xizmetiyê bicîh bînin.
- Amadekirina planeke pratîkî ji bo baştirkirina xizmetên ku ji niştecihan re li gorî pêwîstiyên wan têne peyda kirin.
- Pêşxistina ragihandinê di navbera komîn û saziyên Rêveberiya Xweser de da ku bersivek bileztir were misoger kirin.
Ev konfrans wekî beşek ji hewldanên Rêveberiya Xweser tê ji bo xurtkirina rola komînan wekî girêdanek girîng di navbera civak û rêveberiyê de, û ji bo pêkanîna prensîba hevkariyê.