Şaredariya Gel a bajarê Hesekê li Kantona Cezîrê, projeya nûjenkirina Kolana Miftî berdewam dike û kar ketiye qonaxek nû, ku tê de danîna kevirê bazaltê yê reş heye. Ev piştî temamkirina kevirê şikestî û qûma firîyayî û danîna çerxên avê tê.
Tîmên teknîkî her wiha çêkirina rêyên peya bi kevirên girêdayî temam kirin, ji bilî amadekirina hewzên daran, bingehên selikên çopê û stûnên ronîkirinê. Her wiha berhevkirina ava baranê hate rijandin û hemî xebatên kanrîzan hatin temam kirin