Di çarçoveya hewildanên Gerenîndeya Avê ya Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo yê Kantona Cezîrê de, hejmarek ji xebatên girîng ji bo baştirkirina rewşa avê li bajêr hatine temamkirin, mîna:
1- Bi dawîkirina kolandina 11 bîran, heta kûrahiya 400 m.
2- Bi dawîkirina dirêjkirina xeta elektrîkê ya voltaja navîn (20kV) ji bo misogerkirina xebitandina bîran.
3- Sazkirina panelên xebitandinê ji bo destpêkirina xebitandina bîran.
Dirêjkirina xeta berhevkirinê ya ku bîran bi statoya pompkirinê ve girêdide jî dê di demek nêzîk de were temam kirin, da ku gihandina avê ji bo taxên Qamişlo misoger bike.