Bi armanca belavkirina hişmendiya jîngehî, pêşxistina çanda paqijiyê di nav gel de û sînordarkirina belavbûna nexweşiyan.Kampaneya paqijiyê ku ji aliyê encûmena bajarê Hesekê bi piştgiriya rêveberiya jîngehê û saziyên sivîl ên girêdayî Rêveberiya Xweser a Kantona Cezîrê hatiye destpêkirin, berdewam dike.
Îro li taxa Ezîziyê, li cihêbûya Kelaş heta dibistana el_temrîd xebatên paqijiyê hatin kirin.
Nûra Şihab endama Rêveberiya jîngehê li bajarê Hesekê, rave kir ku “kampane ji berî sê heyvan berdewam dike û dê hemî taxên bajêr bigre nav xwe bi armanca belavkirina çanda paqijiyê û hişyariya tendrustiyê di nav gel de.”
Rêveberiya Xweser û Şaredariyên Gel girîngiya hevkariya gel tekez dikin û bang li hemû gelan dikin ku pabendî paqijiya giştî bin û ji avêtina berhemên li kolanan dûr bisekinin, bi vî awayî beşdarî afirandina jîngehek paqij û saxlem ji bo her kesî dibin.