Şaredariya gel a li bajarê Qamişlo li Kantona Cezîrê, bi rêya nivîsgeha xwe ya teknîkî di çarçoveya plana amadekariyê ji bo demsala baranê de projeya danîna lûleyên baranê didomîne.Kar ji bo valakirina ava baranê û pêşîgirtina li kombûna wê li kolanan bi lez berdewam dike. Em ji bo hewldanên wan spasiyên xwe pêşkêş dikin.
- Dema pêkanînê: 75 roj
- Rêjeya temamkirinê: heta niha %55
- Taxên ku ketin nav xebatê
- Cûdî
- el_Kornîş (ji Dermanxaneya Deham heta qada Sûq el_Xemîs)
- el_Zeytûniyê
- Helkû bi kemberê
- Ji ciring heta sîloyan
- Mîslûn
Di bersiveke bilez de ji bo giliyên gel ên derbarê dabînkirina avê ya nebaş li hin taxan, tîmên tamîrkirinê bersiv dan da ku kêmasiyan nîşan bikin û dest bi sererastkirina wan bikin.em ji gelên xwe yên Qamişlo re piştrast dikin ku em 24 demjimêran dixebitin da ku av bigihêje her malê, û em ji her kesî dixwazin ku parastina avê bikin, nemaze ji ber bilindbûna germahiyê.