Kamîteya nanpêjxaneyên girêdayî encûmena aborî û çandiniyê, li ser giliyên gel ên di derbarê kêmbûna kalîteya nan li hin deveran, gerên xwe yên çavdêriyê li ser nanpêjxaneyên giştî û taybet li bajar û bajarokên Kantona Cezîrê zêde kiriye.Gerên vekolînê bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Çil Axa û Til Koçer di nav xwe de girt.Di encama gerê de hejmarek binpêkirinên têkildarî kalîteya nebaş an jî kêmbûna giraniyê hatin qeydkirin, û li dijî binpêkaran tedbîrên yasayî hatin girtin.
Pêşveçûna karê nanpêjxaneyan ji qonaxa hevîrkirinê heta hilberîna nan, bi balkişandina ser pabendbûna wan bi taybetmemdî û pîvanên pejirandî di warê kalîte û giraniyê de lêkolîn kir.
Ji aliyê xwe ve, rêveberiya nanpêjxaneyê girîngiya çavdêriya civakî tekez kir, û ji gel xwest ku ji bo ragihandina her kêmasî an binpêkirinan bi beşa şopandinê re têkildar bin.