Ji bo rêkxistina bazaran û baştirkirina rewşa xizmetiya bajêr, şaredariya gel a bajarê Hesekê bi hevkariya hêzên ewlekariya hundirîn û trafîkê gera meydanî ya hejmarek tax û bazarên bajêr pêk anî.Kampane çavdêrîkirina destdirêjiyên ne zagonî yên li ser peya rêyan û Kolanan, rêxistina pertalên li ber firoşgehan û paqijiya giştî tekez kir.
Di encama gerê de hemû firoşgehên ne zagonî yên li ser rêyên navîn a kolana bala hatin rakirin, û gelek cezayên binpêkirinê li xwediyên wan hatin birîn ji ber ku ew bi rêzikname û zagonên şaredariyê pabend nebûn.
Şaredariya gel a bajarê Hesekê berdewamiya gerên xwe yên çavdêriyê tekez dike û pêwîstiya pabendbûna hemû xwediyên firoşgehan bi daxwazên rêveberî ji bo parastina xuyaga giştî û rêxistina çalakiyên bazarê piştrast dike.