Rêveberiya kampa Holê îro Pêncşem koma bîst û heştemîn a malbatên Iraqî yên ku dixwazin bi dilxwazî vegerin welatê xwe, wekî beşek ji hevrêziya hevbeş a di navbera Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyeyê, hevpeymana navneteweyî û hikûmeta Iraqê de, derxist.Kom ji 233 malbatên ku ji 812 kesan pêk dihat. Veguhestina wan ber bi kampa el_Ceza ya hundirê Iraqê de hat.. Operasyon di bin tedbîrên ewlehî û rêxistinî de pêk hat, û hemû pêdiviyên bingehîn ji malbatan re hatin dabînkirin.
Rêveberiya kampê piştrast kir ku operasyonên vegerandinê dê di serdema pêş de ji bo malbatên Iraqî yên ku daxwaza vegerê anîne ziman berdewam bikin, da ku dawî li êşa wan a demdirêj were û rê li ber vegera wan bo nav civakên xwe yên resen vebe.