Di çarçoveya hewildanên şaredariya gel a bajarê Dirbêsiyê ji bo rêxistina bazarên gelêrî û dabînkirina hawîrdorek guncaw û bi ewle, roja Şemî vekiririna bazara el_makf û bazara gel li rewestgeha giştî li kêleka şemsiyê ragihand.Bazar dê di atmosferek rehet û rêkûpêk de pêdiviyên cûrbecûr, wek sebze, cil, heyberên xwarinê dihewîne.
Ji ber vê yekê, em bang li hemû welatî, bazirgan û xwediyên firoşgehan dikin ku ji bo her çalakiyek bazirganî, li gorî rêza jêrîn, berê xwe bidin deverên diyarkirî:
🔸 Fêkî û sebze: Li meydana li kêleka şemsiyê.
🔸 Bale (cilên bikarhatî): Li herêma bakurê şemsiyê.
🔸 Bazara Makf: Li cihê xwe yê berê hatî destnîşankirin, li gorî rêzkirin û rêxistina asayî.
Em hêvî dikin ku her kes hevkariyê bike û bi rêziknameya pabend be, da ku jîngehek bazirganî û bê kêmasî ku xizmeta berjewendiya giştî bike were misogerkirin.