Şaredariya gel a bajarê Hesekê yê Kantona Cezîrê îro Pêncşem, civînek berfireh bi beşdariya endamên şaredariyê û nûnerên komînan lidarxist.
Civîn bi gotinek siyasî ya endamê Konseya Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ebdulxenî Oso li ser pêşketinên li herêmê û bandorên qonaxa veguhêz li Sûriyeyê dest pê kir.
Di civînê de destkeftiyên nîva yekem a salê hatin nirxandin, pirsgirêkên xizmetiyê yên bajêr, rapora nîv-salane ya ku ji hêla hevseroka şaredariyê, Enûd Deqorî ve hate pêşkêşkirin, bi berfirehî hate vegotin. Di raporê de destkeftiyên di sektorên av, paqijî, paqijiya rêyan de, û her weha çêkirina çend kolanan li taxên el_Zihûr û Giwêran û navenda bajêr, û tespîtkirina binpêkirinên têkildarî jenerator û avakirina nefermî jî hatin gûftûgokirin.
Wergendekirina şaredariyê di vê heyamê de gihîştiye nêzîkî 673 milyon lîreyên Sûrî.
Beşdaran li ser pirsgirêkên herî girîng, wekî çavkaniyên sînorkirî û derengketina radestkirina pêdiviyan, gûftûgo kirin.Di heman demê de girîngiya aktîvkirina rola komînan di çavdêrîkirin û şopandina giliyên gel de tekez kirin.Komînan pêşniyar ji bo baştirkirina şert û mercên avê, zêdekirina kampanyayên paqijiyê, û berfirehkirina xebatên karîzan û rêyan li taxên bandordar pêşkêş kirin.
Civîn bi pêşniyarekê bi dawî bû ku li ser bingeha van pêşniyaran, ji bo nîvê duyemîn ê salê, bi armanca baştirkirina bersivdayîna li pêdiviyên gel û baştirkirina pêşkêşkirina xizmetên bajêr, planeke çalakiyê ya nû were amadekirin.