Di gaveke nû de ji bo pêşxistina sîstema tendrustiyê li Kantona Cezîrê, di çalakiyek fermî de bi beşdarbûna nûnerên sazî û dezgehên peywendîdar, di nav de hevserokatiyên Encûmena Cîbcîkar û Gelan, Desteya Tendrustiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyeyê, û hevserokatiyên Encûmenên Tendrustiyê yên Kantonê, desteya tendrustiyê ya Kantona Cezîrê damezrandina encûmena tendrustiyê ya Kantonê ragihand.
Di civînê de, girîngiya rêkxistina karê tendrustiyê û zêdekirina hevkariya di navbera Desteya Tendrustiyê û saziyên din ên rêveberiya xweser de ji bo baştirkirina kalîteya xizmetên bijîşkî û baştirkirina şert û mercên jiyana gelan hate tekez kirin.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê, bijîşk Memo Mihemed, avahiya rêxistinî ya Encûmena Tendrustiyê ya nû nirxand, û rola girîng a ku ew ê di hevrêzkirina bi saziyên xizmetiyê yên girêdayî Desteyê de bilîze, rave kir.
Ji aliyê xwe ve, hevserokê Encûmena Cîbcîkar a Kantona Cezîrê Hesen Şero, tekez kir ku avakirina Encûmena Tenduristiyê di bersiva pêwîstiyeke lezgîn a ji bo rêkxistina sektora tendrustiyê li Kantonê de tê. Wî got, “Em vê encumenê wekî saziyeke stratejîk dibînin ku dê roleke girîng di pêşxistina polîtîkayên tendrustuyê û misogerkirina gihîştina xizmetiyan ji bo hemî deveran, nemaze yên dûr, bilîze.”
Di dawiya çalakiyê de, deriyê zelalkirinê ji bo serokatiya encûmenê hatin vekirin û di encamê de bijîşk Mizgîn Şêxî û Bijîşk Meryem Ehmed wek hevserokên encûmenê hatin hilbijartin. Wan li ber temaşevanan sond xwarin, ku ev yek destpêka erkên xwe di rêvebirina vê projeya nû ya tendrustiyê de nîşan da.