Di çarçoveya destpêşxêriya ku encûmena bajarê hesek pêk anî îro li taxa Xiwêran kampaneyek paqijiyê bi hevkariya endamên encûmena bajêr, endamên saziyên sivîl ên girêdayî Rêveberiyê Xweser, şaredariya gel û rêveberiya jîngehê ya Hesekê û bi beşdariyek berfireh ji niştecihên taxê pêk hat.
Kampane bi armanca kêmkirina belavbûna nexweşiyan bi riya hişyariyan li ser girîngiya paqijiyê, û parastina jîngehek paqji û saxlem û belavkirina nirxên paqijiyê di navbera hemû beşên civakê de.
Tê bîranîn ku kampaneya berê taxên El-Kelasa, El-Neşwe, El-Ezîziye, Xeşman, El-Miftî, Til Hecer, Mişîrfa, kolana El-Eskeriye, û El-Zihûr di nav xwe de digirt û hîn jî dixebite ku hemû taxên bajarê Hesekê di nav xwe de bigire, da ku tendrustiya giştî were pêşxistin û asta paqijiyê li bajêr were bilindkirin.