Bi armanca baştirkirina binesaziyê û xizmetkirina gel, şaredariya gel a bajarokê Çil Axa li Kantona Cezîrê di bin çavdêriya Ofîsa Teknîkî de dest bi pêkanîna qonaxa destpêkê ya projeya dirêjkirina qîrê li ser hejmarek rêyên Ku gundan û rêyên giştî û navneteweyî bi hev ve girê dide pêk anî.Şaredariyê tekz kir ku proje di çarçoveya plana wê ya ji bo baştirkirina rêyên gundan û xurtkirina girêdana di navbera gundan û rêyên girîng (giştî û navneteweyî) de ye.
Xebatên destpêkê rê li ber xêzkirin û rastkirina rêya ku rêya sereke ya Çil Axa û gundê Xerab Bacar bi hev ve girêdide, û her wiha rêyeke din jî ji gundê Zixêra ber bi rêya navneteweyî ve dirêj dibe û di nav gelek gundan re derbas dibe, di nav de (El-Şemam, Baqla, El-Sefa û yên din).
Ev yek di çarçoveya hewldana amadekirina rêyên zirardar ji bo pêkanîna projeya qîrkirinê tê, ku dê êşa gelan sivik bike, nemaze di zivistanê de, dema ku ev rê ji ber baranê û xirabûna wan a giştî nayên derbaskirin.