Beşa dabînkirin û parastinê a Şaredariya Gel li Girgê Legê bi hevkariya Komîteya Aborî ya bajêr gera vekolînê ya nanpêjxaneyên bajêr pêk anî.
Bi armanca şopandina kalîteya nan û piştrastkirina giraniya kulta nan li gorî pîvanên diyarkirî.
Di gerê de serdana hemû sotemeniyên nav bajêr de kirin, li wir metreyên tankerên mazotê ji bo ewlekirina xebata wan kontrolkirin.
Pêwîstiya xwediyên sotemeniyê pabendbûn bi giştîkirina hejmar 2 a ku ji hêla Rêveberiya giştî ve hatiye derxistin û hat agahdarkirin ku sazkirina pîvanên bi kalîteya bilind danîn li ser tankeran navê sotmeniyê û jimara telefona xwediyê wê û danîna jimara gilî li gorî deverê li ser her tankerekê destnîşan dike.
Komîteyê tekez kir ku her binpêkirin çi di warê destwerdana di pîvanê de be an jî kêmdagirtinê de be, dê cezayên darayî were birîn. Hişyariyên nivîskî ji hemî sotmeniyan re hatine şandin da ku pêwîstiya pabendbûna bi tevahî bi rêwerzan re were tekez kirin.






