Encûmena bajarê Til Temir bi hevkariya Şaredariya Gel û komîn du destpêşxêriyên paqijya giştî da destpêkirin ku navenda bajêr û derdora wê dihewîne. Ev destpêşxêrî beşek ji hewildanên berdewam ji bo pêşxistina çanda paqijiyê û giyanê hevkariyê di navbera şêneyan de.
Kampane bi beşdariyeke çalak ji gelek beşên civakê pêk hat, bi armanca paqijkirina kolan û qadên giştî da ku xuyangê bajar bi awayekî şaristanî were parastin û kombûna bermahiyan kêm bibe, nemaze bi hatina havînê.
Di dawiya çalakiyên roja yekem de, şaredariya gel bang li hemû şêne û saziyan kir ku ji bo paqijiya domdar hevkariyê bikin û bi hev re bixebitin, û tekez kir ku parastina jîngehê berpirsyariyeke giştî ye ji malan dest pê dike û dighêje hemû aliyên bajêr.