Di çarçoveya rêze çalakiyên berdewam ên Desteya Jîngehê li Kantona Cizîrê ,bi boneya Roja Cîhanî ya Jîngehê, Desteya Jîngehê bi nûnertiya Rêveberiya Jîngehê li Hesekê û bi hevkariya Meclîsa Bajarê Hesekê çalakiyek jîngehî hişmendî û civakî li dar xist.
Çalakiya ku li Parka 4’ê Nîsanê hate lidarxistin, bi belavkirina nebatên cûrbecûr, pirtûkek rêber li ser Ekolojiyê û broşurên hişyariyê li ser beşdarên hazir, Meclîsa Bajarê Hesekê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Polîsên Trafîkê, Hêzên Hewarî, û hejmarek ji nûnerên saziyan û her wiha şêniyên ku li parkê amade bûn.
Armanca çalakiyê pêşxistina çalakiyên civakî, xurtkirina hişmendiya Jîngehî, ronîkirina girîngiya parastina jîngehê bi broşurên hişyariyê, xurtkirina ramana ekolojîk bi belavkirina ramanên jîngehê yên rêber Apo, û belavkirina nebatan ji bo xurtkirina fikra hevjiyana bi xwezayê re û xebat ji bo zêdekirina wê.
Çalakiyên Desteyê bi vê bûneyê wê di dema pêş de jî bidomin.
Çalakî bi beşdariya hevserokên Desteyê li Cizîrê, Hêzên Parastina Jîngehê û rêveberî û endamên Rêveberiya Jîngehê li Hesekê hate lidarxistin.