Dewleta Tirk a dagirker komkujiyek nû li gundê Berx Bûtat ê bajarê Kobanê pêk anî û bêyî ku guh bide zagonên navneteweyî yên ku îmze kirine, li dosyeya sûcên xwe yên tijî komkujî, qirkirin û kuştinên li ser mîrateya Osmanî zêde kir.
Komkujiya ku duh bi şev pêk hat û di encamê de 9 welatiyên sivîl ku piraniya wan jin û zarok bûn şehîd çûn, tevî birîndarbûna hinekên din, di çarçoveya dijminatiya sîstematîk a dagirkeriya Tirk a li dijî gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêkhate û etnîkên wê yên cuda de, bi armanca berfirehkirina herêma aramî û dagirkeriya li herêmê pêk tê.
Em di Kordînasyona Jinan a Kantona Cizîrê de dema ku em vê sûcê hovane yê ku ji aliyê maşîna şer a Tirk ve hatiye kirin şermezar dikin, bang li civaka navneteweyî, rêxistinên têkildar û Neteweyên Yekbûyî dikin ku li hember van binpêkirinên eşkere berpirsyariyên xwe bi cih bînin, û em destnîşan dikin ku bêdengiya wan belgeya erêkirina wan a li hember van komkujî û qirkirina jinan li herêmên Bakurê Sûriyeyê û bi taybetî jî qirkirina jinan e.
Her wiha em daxwaz ji hevpeymaniya navdewletî dikin ku helwesta xwe zelal bike û bêdengiya xwe bişkîne. Her wiha em daxwaz dikin ku di vê derbarê de lêpirsîneke navdewletî were vekirin ji ber pêwîstiya kêmkirina binpêkirinên dewleta Tirk û dadgehkirina wê ji ber sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê li pêşberî Dadgeha Tawanan a Navneteweyî.
Em bi Koordînasyona Jinan a Kantona Cizîrê re sersaxiyê ji malbatên Şehîdên xwe re dixwazin û em teqez dikin ku ev pêkanîn dê me ji berdewamkirina têkoşîna me ya ji bo parastina mafên jinan li bajarên cuda yên Sûriyê dûr nexe.
Kordînasyona Jinan a Kantona Cizîrê
17 Adar 2025