Komîteya Jinan a Rêveberiya Perwerdeyê ya Kantona Cizîrê, bi amadebûna cîgira Rêveberiyê û Yekîtiya Mamostayên Cizîrê, civîneke mehane ji bo berdevkên jinan di rêveberiyên dibistan, peymangeh û akademiyan de lidar xist.
Di destpêkê de medyaya xapandinê û şerê taybet ku li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin hate giftûgo û girîngiya rola jinê di belavkirina hişmendiyê de hate giftûgokirin.
Axaftvanan her wiha li nirxandina xebatên vê mehê, zehmetî û pêşniyaran guhdarî kirin.
Komîteya Jinan bal kişand ser şopandina betlaneyên ji bo mamosteyan, raporên mehane û perwerdeyê û girîngiya hevrêziya bi deste û saziyan re ji bo pêşxistina rastiya perwerdeyê.