Şêxmûs Ehmed, hevserokê Nivîsgeha Karûbarên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, hişyarî da ku şerê berdewam li herêmê bi awayekî xeternak rê li ber vejîna DAIŞê di bin navên cuda de vedike.
Û tekez kir ku pêşketinên dawî gefek cidî û rasterast li ser kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî kampên Hol û Roj, ku bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞê lê ne, çêdikin.
Û got, “Operasyonên leşkerî yên berdewam ji aloyê komên girêdayî hikûmeta Şamê ve ne tenê li herêmê, lê di heman demê de ji bo aştiya sivîl û aramiya herêmî jî xeterek çêdikin, ji ber rewşa ewlehiyê di nav kamp û zindanên ku endamên DAIŞê lê ne. Ev dikare bibe sedema teqînek ewlehiyê ya berfireh, mîna bombeyeke demkî.”
Her wiha destnîşan kir ku “ev şert û mercên xeternak dikarin bibin sedema rawestandin an jî rawestandina tevahî ya operasyonên mirovî yên ku ji aliyê rêxistinên navneteweyî ve têne kirin, ku dê êşa mirovan zêde bike û bi hezaran sivîl, nemaze jin û zarok, bixe xeterê.”
Şêxmûs Ehmed tekezî li ser pêwîstiya civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku bi lez û bez tevbigerin da ku dawî li vê rewşê bînin, kiryarên leşkerî yên ku aramiya herêmê tehdît dikin rawestînin, pêşî li îstîsmara rewş ji bo vejandina rêxistinên çeteyên bigirin û parastina sivîlan û berdewamiya xebatên mirovî misoger bikin.






