Xwendekarên Peymangeha Tenduristiyê li bajarê Hesekê, îro bi helwesteke birûmet, li dijî êrîş û binpêkirinên “Hikûmeta Sûrî ya Demkî” yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê rabûn.
Xwendekaran di nava hewşa peymangehê de bi bilindkirina wêneyên şehîdan û alên QSD’ê, kiryarên li dijî sivîlan bi tundî şermezar kirin. Duruşmên dilsoziyê ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk û Asayîşê hatin qîrîn, beşdaran teqez kirin ku ew di xeta berxwedana Helebê de ne û piştgirên herî mezin ên hêzên xwe yên parastinê ne






