Bi sedan şêniyên Til Hemîsê û gundewarên wê li kantona Cizîrê, bi meşeke girseyî piştevanî û hevgirtina xwe bi berxwedana taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê re nîşan dan. Her wiha, beşdaran topbarana hêzên “Hikûmeta Demkî” û armanckirina rasterast a sivîlan şermezar kirin.






