Gerenîndeya Avê ya Şaredariya Gel a Amûdê karê çaksaziya bîra hejmar 16 ya li kêleka avahiyên Mesakin bi dawî kir û motorê wê (Xetas) piştî tamîrkirinê dîsa xist xebatê.
Ev bîr ji bo tevahiya şêniyên Amûdê girîng e, ji ber ku ava wê tevlî tora giştî ya bajêr dibe.
Şaredariyê diyar kir ku ji ber bahoza berfê ya van rojên dawî, karê çaksaziyê hinekî dereng ma. Lê bi başbûna hewayê re, tîmên teknîkî yekser dest bi xebatê kirin heta ku bîr bi temamî hat çêkirin.
Şaredariya Gel destnîşan kir ku dabînkirina avê ji bo wan di serî de ye û ew ê di sererastkirina bîr û torên avê de berdewam bin da ku xizmeta herî baş bidin gelê Amûdê.






