Desteya Ciwan û Werzişê, li navenda Encûmena Bajarê Amûdê, ji bo ciwanên destpêker kurseke perwerdehiya kompîturê (Laptop) da destpêkirin. Armanca vê kursê pêşxistina jêhatîbûna ciwanan a di warê dîjîtal de ye.
Di kursê de, li ser bernameyên Word û Excel perwerdehiya teorî û pratîkî tê dayîn. Bi vî awayî beşdar fêr dibin ka dê çawa karên ofîsê birêve bibin û raporên pîşeyî amade bikin.
Ev destpêşxerî armanc dike ku ciwanan di warê teknolojiyê de bi hêz bike û di paşerojê de derfetên dîtina kar li pêşiya wan hêsantir bike.






