Ofîsa Rêveber a Şaredariya Qamişlo, bi hevkariya ofîsên Tenduristî, Çavdêr û Encûmenê, gerên kontrolê li ser zeviyên sebzeyan pêk anîn. Armanc parastina tenduristiya giştî û misogerkirina selametiya berhemên çandiniyê ye.
Di gerê de, avdana bi ava çemê Ceqceqê hat qedexekirin û ev gav hatin avêtin:
Tespîtkirina cotkarên binpêker.
Şandina hişyariyên fermî.
Birîna cezayên darayî li ser kesên ku berhemên xwe bi ava çem av didin.
Şaredariyê diyar kir ku ev ger wê berdewam bin da ku berhemên ewle bigihîjin bazaran. Ev xebat di çarçoveya hewildanên Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê de ne, ji bo birêxistinkirina çavdêriya li ser kalîte û selametiya xwarinê.






