Piştî vekirina rêyan, karkerên beşa kanalîzasyonê ya Şaredariya Gel a Girkê Legê bi hevahengiya bi merab û amûrên şaredariyê re, dest bi paqijkirin û sererastkirina “rîkarên” sereke yên taxa Şehîd Tehsîn kirin.
Ev xebat di çarçoveya parastina tora kanalîzasyonê û rêgirtina li ber her xitimînekê de tên kirin.
Şaredariyê diyar kir ku ev pêngav piştî vekirina rêyan û rakirina berfê dest pê kiriye, da ku pirsgirêkên xizmetguzariyê bi lez werin çareserkirin.






