Şaredariya Gel a Til Koçer, bi rêya beşa xizmetguzariyê, tevî sermayê û mercên dijwar xebatên xwe yên rojane didomîne. Karkerên paqijiyê bi berpirsyarî kolan, qadên giştî û monsefatên bajêr paqij dikin. Armanca van xebatan parastina rûyê şaristanî yê bajêr û dabînkirina jîngeheke paqij û tendurist e ji bo niştecihan.






