Di çarçoveya guhertinên ku li qada Sûriyê diqewimin û nîqaş û tevgerên diyar, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tekeziyê li ser girîngiya mijûlbûna bi berpirsiyarî bi vê qonaxê re dike bi awayekî ku aştiya sivîl, mafên giştî biparêze û pêşî li dubarekirina mentiqa dubendî yan jî îstismara siyasî ya pêkhateyan, bigire.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pabendbûna xwe ya sabit bi mafê hemû gelê Sûriyê, bi hemû pêkhateyên wan ên neteweyî, olî û siyasî, ji bo bi awayekî aştiyane nêrînên xwe nîşan bidin, xwepêşandanan bikin û beşdarî siyasetê bibin, ji ber ew mafên rewa yên ku nayên sûckirin an binpêkirin, piştrast dike.
Rêveberiya Xweser tekez dike ku xwesteka beşdarbûnê di rêvebirina karûbarên giştî de mafekî niştîmanî resen e û divê nêzîkatiya li hember van xwestekan li ser bingeha têgihîştineke siyasî ya berpirsiyar be, dûrî karekterîzasyonên kolektîf an axaftinên ku parçebûnê kûrtir dikin û nefretê gur dikin, be.
Maf bi wesayetê nayên birêvebirin, pêkhate bi navan nayên kêmkirin û dad bi tohmetbarkirina kolektîf nayê avakirin.
Di vê çarçoveyê de, Rêveberiya Xweser bawer dike ku civaka Elewî, wekî beşek ji civaka Sûriyê ye, barê siyasetên rejîmeke desthilatdar hilgirtiye ku bi dehsalan civakê îstismar kirine bi rêya jinûve hilbirîna hevrêziyan an jî danîna berpirsiyariyan li ser civakên ku rastiya wan nîşan nadin, neyê kirin.
Her wiha Rêveberiya Xweser derbarê hewldanên ku kesayetên girêdayî rejîma berê yan jî mîrata wê ya binpêkirinê yên ku dixwazin xwe ji tirsan sûd werbigirin an jî bi rêya arastekirina derbirînên giştî ber bi hin koman ve û bikaranîna xwepêşandanên aştiyane ji bo daxwazên rewa, ji nû ve pozîsyon bikin, hişyarî dide.
û tekez dike ku ev rê ne li gorî daxwazên gelê Sûriyê ye ne jî li gorî pêdiviyên qonaxa niha ye û dibîne ku derbaskirina vê mîratê şertekî bingehîn e ji bo veguheztina ber bi Sûriyeke dadwer û aram.
Rêveberiya Xweser helwesta xwe ya tund li ser pêwîstiya hesabdayîna takekesî û edaleta veguhêz a berfireh dubare dike ji ber ku ew deriyê rast ê dadmendî û lihevhatina niştîmanî ne dûrî mantiqa giştîkirinê.
Rêveberiya Xweser tekez dike ku rêbaza wê ya siyasî ji nêrîna avakirina dewletekê li ser bingeha demokrasiyê, hemwelatîbûna azad, hesabpirsînê, serweriya qanûnê, rêzgirtina ji bo pirrengiyê, redkirina handan, gotinên nefretê ye û ji bo dewletek demokratîk pirreng ku azadî û rûmetê ji hemû gelê Sûriyê re garantî dike, bi awayekî hevbeş, bixebitin.






