Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê, nirxandin û azmûnên nîvê sala xwendinê ya 2025/2026’an bi fermî da destpêkirin. Di van nirxandinan de 242,212 xwendekar ji hemû qonaxên xwendinê, ji seretayî heta amadehî û dibistanên pîşeyî beşdar dibin. Rêveberiyên dibistanan û kadroyên perwerdeyê hemû amadekariyên pêwîst kirine da ku ev pêvajo bi rêkûpêk û di bin şert û mercên guncaw de birêve biçe.
Li gorî amaran, xwendekar li ser 1,790 dibistanan li seranserê kantonê hatine belavkirin. Piraniya herî mezin a xwendekaran di qonaxa seretayî de ne ku hejmara wan digihîje 206,199 kesî, di qonaxa navîn de 20,338 xwendekar û di ya amadehî de jî 9,438 xwendekar hene. Her wiha di 3 peymangehên perwerdeyê û 8 dibistanên pîşeyî de bi giştî 1,237 xwendekar perwerdeya xwe didomînin.
Desteya Perwerdeyê diyar kir ku ev nirxandin encama xebata salekê ya berdewam e û armanc jê ew e ku asta zanistî ya rastîn a xwendekaran diyar bibe. Desteyê spasiya keda mamosteyan kir ku di serkeftina sala xwendinê de xwedî roleke sereke ne. Di dawiyê de hat destnîşankirin ku xebatên ji bo pêşxistina pergala perwerdehê û xurtkirina rola mamosteyan li Kantona Cizîrê dê bê navber berdewam bikin.






