Hevserokê Desteya Enerjiyê ya Kantona Cizîrê Ekrem Silêman, di çarçoveya Roja Komînê de semînerek li ser dîroka enerjiyê û parastina wê pêşkêş kir.
Silêman di destpêkê de qala dîroka enerjiyê û rola wê ya sereke di pêşketina dewletan û binesaziyê de kir, her wiha bal kişand ser girîngiya enerjiya nûjen û paqij ji bo rûbirûbûna pirsgirêkên jîngehê. Di berdewamiya semînerê de, Silêman behsa metirsiya êrîşên sîstematîk ên dewleta Turkiyeyê yên li ser çavkaniyên enerjiyê li herêma Cizîrê kir û banga hevkariya navxweyî û navdewletî kir ji bo parastina mafê herêmê di kontrolkirina çavkaniyên xwe de.
Di dawiyê de, Hevserokê Desteyê bang li hemû amadebûyan kir ku bi rengekî komînal çavkaniyên enerjiyê biparêzin û tekez kir ku hişyarkirina gel di vî warî de erkê bingehîn ê Desteya Enerjiyê ye.






