Beşa Seweldariyê ya li Kantona Cizîrê ragihand ku wan nêzî 80% ji karên serjimariya fermî ya sewalan bi dawî kirine. Ev serjimarî ji aliyê komîteyên pispor ve di bin çavdêriya Encûmena Aborî û Çandiniyê de li bajar û bajarokên kantonê tê meşandin.
Armanca vê serjimariyê ew e ku hejmara rastîn a sewalan diyar bibe, da ku planên rast ji bo dabînkirina derzî, derman û mîqdara êm werin danîn. Ev gav dê alîkariya pêşxistina sektora seweldariyê bike û asta hilberîna herêmî bilind bike






