Desteya Enerjiyê ya Kantona Cizîrê derbarê bandora bahoza berfê ya dijwar a dawiya meha Kanûna 2025’an daxuyaniyek da. Hevseroka Desteyê Ahîn Siwêd destnîşan kir ku ji ber hewayê û berfa giran, 14 navendên veguherandina elektrîkê ji kar ketin û di tora giştî ya herêmê de bi sedan mal û xetên serekî rastî xerabûnê hatin.
Siwêd diyar kir ku tîmên wan ên teknîkî di bin sermayeke dijwar de û bi şev û roj xebitîn da ku van qutbûnan çareser bikin û nehêlin gel bê elektrîk bimînin. Tevî metirsiya li ser rêyan û şert û mercên zehmet, tîmên destwerdana lezgîn di eniya pêş de bûn da ku xetên xerabûyî tamir bikin û xizmetguzariyê ji nû ve vegerînin herêmên kantonê.
Rapora Xerabûnên Tora elektrîkê li Kantona Cizîrê:
1- Navenda Girkê Legê: Li ser xeta Tel Ewer ji ber hilweşîna cizikên Fransî xerabûn çêbû û tîman di nav zeviyên derdorê de destwerdan kirin û pirsgirêk çareser kirin.
2- Navenda Çilaxa:
•Li ser xeta Tirbespiyê Cewadiyê ji ber hilweşîna cizikan û qutiyên hewayî yên di nav stasyonê de xerabûn çêbû.
•Li ser xeta Sefa ji ber hilweşîna tora elektrîkê ya bi qasî du navberan xerabûn derket, hemû xerabûn hatin tamirkirin.
3- Navenda Dêrikê:
•Li ser xeta Kerziyarat ji ber hilweşîna torê ya bi qasî pênc navberan xerabûn çêbû.
•Xerabûnên din di xetên Zuheyriyê, Pîşesazî, Minteceh, Ketîbe, Sifan û Kornîşê de çêbûn.
Têbînî: Hemû xet di xizmetê de ne, tenê xeta Kerziyarat û Benzînxaneya Cûdî hîn neketine xizmetê
4- Navenda Til Koçer:
•Li ser xeta Gundewarê Başûr ji ber şewitîna transformatorekê li gundê Kinane xerabûn çêbû.
•Li ser xeta Nesar ji ber hilweşîna cizikan û stûneke navîn xerabûn derket.
•Xerabûna xeta Nesar hat tamirkirin, lê ji ber zehmetiya gihîştina cihê bûyerê, tamirkirina xeta din hat paşxistin.
5- Navenda Tirbespiyê:
Li çend gundên wekî Til Hesnat û Mizgefta Xemer û gundên din, ji ber hilweşîna stûn û toran, xerabûnên belavbûyî çêbûn.
6- Navenda Til Hemîs:
Li ser xetên Til Hemîs a Başûr û xeta Xirnûbî, ji ber hilweşîna torê xerabûn derketin.
7- Navenda Qamişlo:
Li ser xeta Fursan ji ber hilweşîna teslîhat û stûnên navîn xerabûnên mezin çêbûn, ji ber heriyê û şertên giran gihîştina tîman bo ser xetê zehmet bû.
•Hinek xetên wekî Tertib û Ecîl bi rengekî beşî hatin xwedîkirin û elektrîk dan wan.
8- Navenda Dirbêsiyê:
Li ser çend xetan (Mele Sibat, Melik, Serê Kaniyê) ji ber hilweşîna toran a di encama bahozê de xerabûn çêbûn.
9- Şedadê:
Li ser xeta Edle ji ber zêdebûna barê elektrîkê xerabûn derket.
10- Til Birak:
Di tayeke (tefrîe) xeta Defê de xerabûnek heye û niha tîm cureyê xerabûnê diyar dikin.
11- Hesekê:
Hemû xet di xizmetê de ne, tenê xeta Behiyê ji ber dizîna kabloyan/mers) û xeta Dawidiyê ji ber xerabûna qutkerê 20 di nav stasyonê de qut in.
12- Til Temir:
Hemû xetên elektrîkê di xizmetê de ne.
13- Amûdê:
Li ser xeta navîn a Mûzanê ji ber hilweşîna sê stûnên navîn xerabûn çêbû.
•Di xeta avê de ji ber hilweşîna tora hewayî xerabûnek heye,dê îro di demjimêrên dereng de bê tamirkirin.
14- Hol:
Li ser xeta Gundewarê Bakur xerabûnek çêbû.
Hevseroka Desteya Enerjiyê ya Kantona Cizîrê Ahîn Siwed, di dawiya daxuyaniya xwe de ev tişt anîn ziman:
Desteya Enerjiyê tevî şert û mercên nebaş ên hewayê, xebatên xwe yên ji bo çakkirina rasteqîn û sererastkirina tora elektrîkê bi lez didomîne. Em berjewendiya gel datînin ser her tiştî û bi hemû hêza xwe dixebitin da ku xizmeteke hîn baştir pêşkêş bikin û pêwîstiyê wan bi cih bînin.






