Şaredariya Gel a Girkê Legê dest bi reşandina xwê li kolan û dergehên bajêr kir, da ku rê li ber kombûna berfê bigire û çûn û hatinê hêsan bike.
Di heman demê de, komîteyên awarte li hemû bajarên Kantona Cizîrê bi şev û roj di nava liv û tevgerê de ne. Ev xebat di çarçoveya plana şaredariyan de tê meşandin ji bo parastina ewlehiya gel û paqijkirina rêyan di dema berfbarînê de.






