Amedekarîyên Komîteya Parastina Sivîl a Şaredariya Gel a Qamişlo li hember rewşa Hewayî ya Berfî
Li gorî pêşbîniyên hewayê bi hatina nizmbûneke hewayî tijî berf, Şaredariya Gel a Qamişlo Komîteya Parastina Sivîl a taybet ava kiriye. Şîrketa Zagros, beşa kenalîzasyonê, Foca Agirkujiyê ya Qamişlo û beşa Zabîta di şaredariyê de ji bo şopandina rewşê û misogerkirina amadebûna tam ji bo bersivdayîna her rewşek awarte ya mûmkin.
Tedbîrên Hatine Girtin:
– Komîteya Parastina Sivîl Hate Avakirin: Ji kesên pispor pêk tê da ku rewşa hewayê bişopînin û bi rayedarên xizmetî re hevrêzî bikin.
– Amedekirina Amûr û Wesayîtan: Wesayîtên şaredariyê, di nav de buldozer û kamyon, ji bo mudaxeleya bilez hatine danîn.
– Xwêkirina Rêyên Sereke: Ji bo pêşîgirtina li çêbûna qeşayê û hêsankirina tevgera trafîkê, nemaze li ser rêyên girîng, Hîzama derdora bajêr.
– Plana Awarte: Planek ji bo mudaxeleya tavilê di rewşa girtina rêyan an qezayên têkildarî berfê de hatiye danîn.
– Têkiliya Berdewam: Pêşbîniyên hewayê bi rêkûpêk têne şopandin, û tîmên awarte di hişyariya bilind de ne.
– Misogerkirina Ewlehiya Welatiyan.
– Misogerkirina berdewamiya tevgera trafîkê li ser rêyên sereke.
– Kêmkirina xetereyên ji ber berf û qeşayê çêdibin.
Şaredariya Gel a Qamişloyê amadebûna xwe ya tam li hember rewşa awarte ya hewayê piştrast dike û bang li gel dike ku hevkariyê bikin û pabend bin bi talîmatên ewlehiyê yên ji hêla rayedarên têkildar ve hatine dayîn.






