Di çarçoveya hewildanên ji bo baştirkirina rewşa xizmetguzariyê û mîsogerkirina domdariya çavkaniyan de, xebatên sazkirina panelên enerjiya rojê ji bo bîrên hejmar 12, 16 û 17 li taxa Şehîd Dilo ya bajarê Girkê Legê bi dawî bûn. Ev gav wekî çareseriyekê ji bo dabînkirina enerjiya bîran û berdewamiya herikîna avê tê dîtin.
Li aliyê din, Gerenîndeya Avê li bajarê Dêrikê bîra ava vexwarinê ya hejmar 21 li taxa Şehîd Xebat (li pişt rawestgehê) ji nû ve xist xizmetê. Ev bîr piştî xebatên lênêrînê ku tê de motora xetas xerabûyî bi yekî nû hate guhertin û daxistin nava bîrê, careke din dest bi xebatê kir. Ev bîr bi taybetî ava herêma rojavayê rawestgehê dabîn dike û dê bibe alîkar ku pirsgirêka avê li wê herêmê kêm bibe.
Di heman demê de, tîmên lênêrînê yên Gerenîndeya Avê li Dêrikê, li gorî plansaziyeke demkî xebatên xwe yên rojane didomînin da ku hemû xerabûnên teknîkî çareser bikin û asta xizmetguzariya avê li taxên bajêr bilind bikin.
Yekîtiya Şaredariyên Kantona Cizîrê piştrast kir ku ev proje beşek in ji plansaziyeke giştî ya ji bo piştgiriya sektora avê û enerjiya nûjen. Hat diyarkirin ku ji bo mîsogerkirina domdariya çavkaniyan û dabînkirina pêdiviyên gel, hevkarî di navbera şaredarî û rêxistinên taybet de berdewam dike.






