Di çarçoveya hevahengiya berdewam a navbera Rêveberiya Kampa Holê, Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Iraqê de, koma sî û duyan a penaberên Iraqî ji kampê derket û ber bi axa Iraqê ve bi rê ket. Ev kom, wekî koma dawî ya sala 2025an tê hejmartin.
Li gorî agahiyên rêveberiya kampê, di vê komê de 230 malbat hebûn ku hejmara wan digihîje 840 kesan. Piştî ku hemû belgeyên wan ên fermî hatin kontrolkirin, karwana penaberan bi parastineke ewlehî ber bi sînorê Iraqê ve çû.
Rêveberiya Kampa Holê diyar kir ku bi hezaran kes ji neteweyên cihêreng, li gel malbatên Sûrî û Iraqî dimînin. Di vê çarçoveyê de, hewildanên berdewam hene ji bo kêmkirina hejmara niştecihên kampê bi rêya vegerandina wan bo herêmên wan ên resen, li gorî pîwer û zagonên pejirandî.






