Di 29ê Kanûna 2025an de, piştî gilînameyek ji bo Ofîsa Têkoşîna li dijî Tawanan a bajarê Dêrikê ji aliyê welatiyê bi navê Husên Ehmed Seyîd Yûsif ve derbarê dizîna otomobîla wî ji ber mala wî ya li taxa Sûr a Dêrikê, taksiyeke Mazda ya zîvîn a bi jimareya 377061 Qamişlo, rayedarên pêwendîdar dest bi girtina tedbîrên pêwîst û avakirina rewşek aram kirin
Piştî vê raporê, ofîsa dij tewan û Lêpirsînê , bi hevrêziya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, karmendên xwe li nav bajarê Dêrikê û li ser rêyên ku ji wir derdikevin seferber kirin
Di nav heyamek ku du saetan de, hêzên ewlehiyê otombela dizî li ser Rêya Kornîşê ya Dêrikê vegerînin û diz Ehmed Diyab Şeraf bigirin
Ev operasyon di demekê de tê ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn di demsala betlaneyê û pîrozbahiyên sersalê de erkên xwe yên ewlehî û xizmetê pêk tînin. Tevî vê yekê, rewşê bandor li leza bersivdayîna raporan û şopandina dozan nekir, ji ber ku rayedarên pêwendîdar bi tevahî erkê xwe di eşkerekirina diziya otomobîlan û girtina diz de li gorî prosedurên guncaw pêk anîn
Li gorî fermana Dozgeriya Giştî ya Dêrikê, wesayît hate desteserkirin û kesê navborî hate girtin û heta ku dozên qanûnî werin vekirin hate binçavkirin
Desteya Hundirîn ya Kantona Cezîrê pabendbûna xwe ya berdewam a şopandina sûcdaran, parastina ewlehiya welatiyan û milkê wan, û bi tundî mijûlbûna bi her kesê ku cesaret dike ewlehî û aramiyê têk bibe, piştrast dikin.






